Cotmeh 01, 2021 16:14 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: serstkirina rê ji bo misogerkirina hebûna wêranker a Îsraîlê li herêmê, zêdetir bêewlehiyê çêdike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade, her hewlek ji bo misogerkirina hebûna wêranker a Rejîma Îsraîlê li herêmê ji bo zêdekirina rageşî û bêewlehiyê da zanîn û ew şermezar kir.

Li gor malpera ragihandinê ya Wezareta Derve ya Îranê, Seîd Xetîbzade derbarê serdana Wezîrê Derve yê Rejîma Îsraîlê Yair Lapid ya Behreynê, kiryara bi sersorî ya hakimên Behreynê di warê damezrandina têkiliyên eşkera bi Rejîma Siyonîst re bi bîr xist û pêşewaziya germ a hakimên Behreynê ji wezîrê derve yê Rejîma Siyonîst û xwebiçûkirina li ber wî, terseyê xwest û viyana gelê bi şeref û azad ê Behreynê da zanîn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê dilgiraniya xwe ji ber jibîrkirina cinayetên rojane yên Rejîma Siyonîstî li dijî gelê mezlûm û berxwedêr ê Filistînê ji aliyê hakimên Behreynê ve anî ziman û got: Kiryarên bi vî rengî ti caran nabin sedema zêdekirina rewabûna Rejîma Siyonîst û bandora xirab jî li ser îdeal û doza azadkirina Qudsa Pîroz wek qibla yekem a misilmanên cîhanê nake.

Xetîbzade tekez li ser vê yekê kir ku ev rûreşî jî ti caran ji serdestên Behreynê nayê dûrkirin û wiha dewam da gotina xwe: "Xelkê herêmê dê li dijî pêvajoya asayîbûna pêwendiyan bi Rejîma Siyonîst re bisekinin."

Serepeyv