Cîgirê Teknîkî yê Gumrikê ya Îranê: Derkirîna vaksîna Koronayê gihîşt 73 mîlyon dozan
Cîgirê serokê Karûbarên Teknîkî û Gumrikê yê Gumrika Îranê got: Vê sibê (Sêşem), bi gihîştina 59’emîn barê vaksînên Koronayê ji derve ku tê de 2 milyon dozên Sinofarm heye, miqdara vaksînên kirî ji derve ji 73 milyon dozan derbas bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a PressIranê, "Mêhrdad Cemalî Ervanqî" îro (Sêşem) di hevpeyvînekê de diyar kir ku ev hejmar derziya korona ya ku ji derve hatiye kirîn 35 -emîn barê vaksîna kirî ya Sinofarm a Çînî ye û got: Bi vêê barê hejmara vaksên gihêştî welêt, gihêşte 73 mîlyon û 348 hezar 606 dozan.
Wî diyar kir ku ev barê vaksînan bi tevahî radestî nûnerên Wezareta Tenduristiyê hate kirin, û destnîşan kir ku li gorî plansaziyan, dê vê hefteyê de beşek ji barê 10 mîlyon dozên vaksîna Johnson & Johnson û Pfizer dê bigihêje welêt.