Herêma Kurdistanê nikare ji siyonîstan re bibe sitargehe ewleh
Serokê Fraksiyona qada berxwedanê ya Azadkirina Qudsa Şerîf li Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, Konferansa Asayîkirina Pêwendiyên bi Rejîma Siyonîst re ya li Hewlêrê şermezar kir û got: Kurdên Iraqê nahêlin Herêma Kurdistanê ji bo Siyonîstan bibe sitargeheke ewleh.
Li gorî Mala Netew, Ehmed Huseyn Fallahî, rexne li civîna Siyonîstî ya li Hewlêrê, ku li ser mijara hevhatina bi Rejîma Siyonîst re hatibû lidarxoistin got: Hin serokên kom û eşîrên Kurdistana Iraqê bi salan ji Amerîkayê re çirayê kesk vêxistin tda ku artêşa vî welatî bi hêsanî li herêmî damezre û serokên rejîma Siyonîst jî bi hêsanî hatûçûna vê herêm bikin.
Fallahi diyar kir ku ev ne cara pêşîn e ku li rê ji bo van rûniştin û hevdîtinên ji bo Rejîma Siyonîst li Kurdistana Iraqê were serrastkirin; Lê belê, gelê xêretmen û mêrxas ê Herêma Kurdistanê destûrê nadin ti serokên eşîrên ku ber bi lihevkirinê bi Rejîma Siyonîst re pêşve herin.
Fallahi dibêje: "Bi taybetî ji ber ku pereya berxwedanê û nirxên wê li herêmê berfire û geş bû û ewlehiya ku parêzvanên şoreşger û hêzên Heşdî Şebî û Parêzvanên Heremê jî gelê Herêma Kurdistanê re pêşkêş kirin, gelê herêmê xwe deyndarê Tevgera Berxwedanê dizanin û haydar in ku komên berxwedanê destûr nade hin serokên herêmê ku tevgerên şaş û jirêderketî cih bînin.
Serokê Fraksiyona qada berxwedanê ya Azadkirina Qudsa Şerîf li Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, herwiha diyar kir ku parastina yekperçetiya axa Iraqê xeta sor a vî welatî ye û parastina doza Filistînê hertim ji aliyê serokê Iraqê hatiye tekezkirin û di dewamê de got: Hikûmeta Iraqê divê bi hestyarî nêzîkî sebebkarên lidarxistina konferansa Hewlêr bibe û wan bigirin û siza bike.