Îlon 27, 2021 18:41 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî: Tevgerên eşkerekir û raveker, êrîşên propagandaya dijmin bê bandor kirin

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, bal kişand ser êrişên propagendeyî yên dijminan li dijî neteweya Îranê ku bi metod û hacetên curbicur bandorê li ser raya giştî bike û tevger û pêngavên eşkereker û ravekerê sebeba bê bandorkirina van êrişên propagandayê hesiband.

Li gorî bingeha agahdariya Nivîsgeha Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî, Hz. Ayetullah Xaminêyî, îro duşemiyê li merasima şîna Erbeîna Huseynî û şilemîn roja şehîdbûna Hezretê Eba Ebdullah El-Husên (S) û eshab û hevalên emekdar ên wî hezretî bi riya pêwendiya vîdyoyî ya Zanîngeha Tehranê (cîhê civîna heyetên xwendekaran) bi Huseyniya Îmam Xumeynî (re) di axaftinek kurt de, serdema Aşûre heta Erbînê wekî yek ji demên herî girîng ên dîroka Îslamê da zanîn û got: Ger roja Aşûreyê lûtkeya bilind a têkoşîn û fedakariya giyanên ezîz û hêja bû, dewra 40 rojî ya piştî wê bû tlûtkeya bilind a tekoşîna ravekirin û eşkerekirina rastiyan, û ev eşkerekirina mucahidane ya Îmam Sacad, Hz. Zeyneb û Cenaba Um-Kulsûm û sebra awarte ya malbata Pêxember hêja yê Îslamê, ew fîdakarî û cangorîkirina kemiland  û eva bû sedema Mayendebûna Serhildana Kerbelayê.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, bal kişand ser êrişên propagendeyî yên dijminan li dijî neteweya Îranê ku bi metod û hacetên curbicur bandorê li ser raya giştî bike û tevger û pêngavên eşkereker û ravekerê sebeba bê bandorkirina van êrişên propagandayê hesiband û got: Hûn xwendekarên delal, ku hasilê dilê milet û hêviya rastîn a welêt in, dikarin bi girîngdîtina mesela eşkere û ravekirinê wekî çiryekê ronahiyê bidin derdora xwe û şik û gomana ji holê rakin.

Hz. ayetullah Xamineyî îmkan û amûrên qada sayberî û medyayê ji bo ronîkirin û bersivdayîna nezelaliyan derfeteke baş nirxand û got: Bê guman prensîba diyarker di doza cîhadê de ravekirin û vegotina rastiyan bi saya bikaranîna metodên exlaqî û vegotina mijaran bi mantiq, hişmendî, eqlaniyeta bêkêmasî û bikaranîna hestên mirovî ye û divê ji bo agahdarkirina raya giştî mirov xwe ji bikaranîna heqaret, buxtan, derew û xapandina ldûr bigire.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, dilxweşiya xwe derheq vê yekê ku ciwanên me bi gelek raman, rasyonalîte û hişmendiyê ve hatine pergalkirin diyar kir û got: Rê û rêça Hezretê Seyd-el-Şûheda rêyeke bi bereket û şirîn e ku dê bigihîje encamek û serfiraziyek diyarkirî û hûn ciwanên hêja bi hezkirina Xwedê teala wê bikarin bisaya vê rêkê û mearif û hînkariyên ronak welêt bibin ber lûtkeyên bextewariya maddî û manewî.

Serepeyv