Emîr-Ebdullahiyan: Siyaseta hikûmeta nû ya Îranê berfirehkirina hevkarî û têkiliyên bi Afrîqayê re ye
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan got: Berfire û zêdekirina hevkarî û têkiliyên bi welatên Afrîqayê re di her warekî de siyaseteke sereke ya hikûmeta 13-an a Komara Îslamî ya Îranê ye.
Li gor nûçeya ajansa ISNAyê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, îro di roja sêyem a hevdîtinên xwe yên dualî de li8 kêleka civîna 76-an a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê di hevdîtina wezîrê derve yê Nîjeryayê Jeffrey Onima re li ser berfirekirina têkiliyên hikûmeta 13-an a Komara Îslamî ya Îranê bi welatê Nîjeryayê re tekez kir û hêsankariya rewşa bazarganiya xusûsî ya du welatan faktoreke girîng ji bo vê hedefê da zanhîn û di vê çarçovê de avakirina hêla keştîgeriyê di navbera du welatan û hêsankirina dayîna vîzeya ticarî de gavên bi bandor bona berfirekirina têkiliyan nirxand.
Emîr-Ebdullahiyan bal kişand ser vê yekê ku mesela Şêx Zekzakî di kiryareke avaker a rayedarên Nîciriyê de gihîşt xaleke baş û got: Komara Îslamî ya Îranê amade ye ku piştevaniya xwe ya hevpar ji bo Nîjerê li civaka navneteweyî bidomîne.
Wezîrê Karên Derve yê Nîjeryayê jî hêvî kir ku rewşa têkiliyên bazirganî û aborî li kêleka têkiliyên siyasî yên baş, pêşkevin û hêvî kir ku têkiliyên di navbera her du welatan de werin asteke nû.
Jeffrey Onima berfirekirina têkiliyên gelemperî û hevkariya di warên pîşesazî û çandiniyê de pêşniyareke baş da zanîn û xwest ku bila du welat di warê têkoşana dijî terorê jî bi hev re kar bikin.