Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî istîfaya Sekreterê Civata Diyarkirina Mesleheta Hikûmetê pejirand
Îlon 19, 2021 17:08 Asia/Tehran
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî daxwaza istîfaya Muhsin Rezayî ji sekreteriya Civata Diyarkirina Mesleheta Hikûmetê pejirand.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRAN Pressê, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî wek bersiva daxwaza istîfaya Muhsin Rezayî ji Sekreteriya Civata Diyarkirina Mesleheta Hikûmetê nivîsî: Cenabê birêz Dr. Muhsin Rezayî hewildan û zehmetên te di heyama çendîn salan da li ssekreterxaneya Civata Diyarkirina Mesleheta Hikûmetê da nayên jibîrkirin. Tevî pejirandina istîfaya cenabê te, ez serketina te di berpirsiyariya nû da ji Xwedayê mezin daxwaz dikim.
Rezayî demekê beriya niha bi hukmê Seyid Îbrahîm Reyîsî wek alîkarê aborî yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê hat tayînkirin.