5 miliyon dozên vaksîna Koronayê gihîştin Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328753-5_miliyon_dozên_vaksîna_koronayê_gihîştin_Îranê
Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê qala gihîştina 5 miliyon dozên vaksîna Koronayê bo nav welêt kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 09, 2021 05:19 Asia/Tehran
  • 5 miliyon dozên vaksîna Koronayê gihîştin Îranê

Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê qala gihîştina 5 miliyon dozên vaksîna Koronayê bo nav welêt kir.

Kerîm Himetî, Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê got: Nozdehemîn barê vaksîna Koronayê ya amadekirî ji aliyê Heyva Sor va pêkhatî ji 5 miliyon dozên vaksînê, roja Pêncşemiyê li balefirgeha Îmam Xumeynî (re) radestî Wezareta Tendurustiyê hat kirin.

Kerîm Himetî got: Bi hatina barekî 5 miliyon dozî yê din bo Îranê, bi giştî Heyva Sor ji 6 mehan berê heta niha 30 miliyon û 390 hezar doz derbasî Îranê kirine.

Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê tevî amajeya bi cûreya vaksînên ku Heyva Sor anîne Îranê, got: Carê tenha vaksîna ku Heyva Sor bi riya Xaça Sor a Çînê derbasî Îranê kiirye, ji cûreya Sînofarmê bûye, lê plana me ev e ku em bikarin vaksînên Yekdozî jî ji Ewropayê bînin.