Gotûbêja telefonî ya wezîrên karên derve yên Ermenistan û Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328639-gotûbêja_telefonî_ya_wezîrên_karên_derve_yên_ermenistan_û_Îranê
Wezîrên Derve yên Ermenistan û Komara Îslamî ya Îranê di pêwendiyeke telefonî de li ser geşepêdana pêwendiyên her du welatan sekinîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2021 20:40 Asia/Tehran
  • Gotûbêja telefonî ya wezîrên karên derve yên Ermenistan û Îranê

Wezîrên Derve yên Ermenistan û Komara Îslamî ya Îranê di pêwendiyeke telefonî de li ser geşepêdana pêwendiyên her du welatan sekinîn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Ermenistanê, Husên Emîr-Ebdullahiyan û Ararat Mîrzoyan, dema ku hevdu pîroz kirin ji bo destnîşankirina wezîrên karên derve yên Îran û Ermenistanê, hêviya hewldanek hevbeş a demdirêj kirin ji bo berfirekirina hevkarî û têkiliyên du welatan di warên curbicur.

Li gorî raporê, wezîrên karên derve yên Ermenistan û Îranê, dema ku hevkariya dualî û berfireh a di navbera her du welatan de nirxandin, tekezî li ser pêşxistina hevkariya aborî kirin, nemaze di çarçoveya Komîsyona Hevkariya Aborî û damezrandina Korîdora Navneteweyî ya Kendava Farisî-Derya Reş  ya ji bo Veguhestina  kelûmelan.

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Ermenîstanê Husên Emîr-Ebdulahiyan û Ararat Mîrzoyan herwiha di pêwendiya telefonî de hin mijarên herêmî û navneteweyî jî gotûbêj kirin.