Amara 24 saetên dawiyê ya Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 595 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 108 hezar û 988 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Duşemê 2 Îlonê ragihand, di nav 24 saetên borî de 30 hezar û 279 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 5 milyon û 55 hezar û 512 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 4 milyon û 269 hezar û 508 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha ragihand ku li welêt 29 milyon û 119 hezar û 568 testên tesbîta "Covid-19" hatine kirin.
Vê wezaretê ragihand ku heya niha 19 mîlyon 149 hezar û 847 kesan dozê yekem a vaksîna Coronayê û 9 mîlyon û 293 hezar 143 kesan jî doza duyemîn wergirtine û jimara giştî ya vaksînên hatine lêdan li Îranê 28 mîlyon 442 hezar 990 doz e.