Îlon 01, 2021 20:35 Asia/Tehran
  • Peyama Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Seyid Hesen Nesrullah

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi şandina peyamekê sipasiya Seyid Hesen Nesrullah ji ber peyama wî ya pîrozbahiyê kir.

Li gorî rapora YJC'yê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê peyamê da nivîsiye: Hizbullaha Libnanê şecereya teyibe ye ku ji ber rêbertiya we, hewildan û cîhana xortên momin ên înqilabî û xwîna pak a şehîdên berxwedanê mêwe daye.

Reyîsî ragihandiye: Herçiqas em pêşdatir diçin, bereketên vê darê û destkeftên wê zêdetir tên dîtin da ku di dawî da ev dar hêviya biheq a Umeta Îslamî be.

Di vê peyamê da hatiye: Iqtidara Berxwedana Îslamî, bereya herî pêşîn a xortên înqilabî kiriye kabûsek jibo rejîma siyonîst û xew ji çavên wan standiye û heta hevsengiyeke nû ya pêşîlêgirtin li ser vê rejîma xesbker sepandiye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Rola ku berxwedana îslamî di xurtkirina aramî û ewlehiyê û têkoşînan dijî terorîsma navneteweyî û terorîsma tekfîrî lîstiye, ev tevgera têkoşer û înqilabî kiriye hêmaneke bibandor li hevsengiyên navçeyî.

Reyîsî ragihandiye: Hêç aliyekî siyasî an leşkerî an ewlehî li navçeyê û tu hêzxurteke navneteweyî nikare hebûna Hizbullahê nebîne.

Di beşeka din a vê peyamê da hatiye: Berxwedana Îslamî dikare mînakeke taybet di karê siyasî rabeer bike ku li gorî bingehên dînî û bi armanca xurtkirina serxwebûnê be.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha ragihand: Tevî hemî dijminatî û kînajotinan li dijî berxwedana îslamî, erdnigariya vê berxwedanê êdî tenê Libnan û Filistînê nagire ber xwe.

 

Di dewama peyama Reyîsî da hatiye: Berxwedana Îslamî roja îro bûye mektebeke tam ku alaya ewlehî û aramiyê li Libnanê rakiriye û dengê azadiya Filistîna dagirbûyî bilind dike û roja îro daxwaza aştî û pêşketineke li ser bingeha dadmendiyê li navçeyê dike.

 

Serepeyv