Tebax 31, 2021 13:27 Asia/Tehran
  • Pergala bergiriya mûşekî ya 'Mirsad 16' bi awayekî serketî li besta navendî ya Îranê hat ceribandin

Alîkarê Operasiyonê yê Hêza bergiriya asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê qala ceribandina serketî ya Pergala bergiriya mûşekî ya 'Mirsad 16' li besta navendî ya Îranê kir.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Emîr sertîp duyem Muhemed Yûsifî Xoşqelb, Alîkarê Operasiyonê yê Hêza bergiriya asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê got: Pergala bergiriya mûşekî ya 'Mirsad 16' tam xwecihî û behremend ji teknolojiyên nûjen jibo sekinîna li dijî şerê elektronîk û pevçûnên heevdem digel çend armancên dijmin e.

Alîkarê Operasiyonê yê Hêza bergiriya asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Pergala bergiriya mûşekî ya 'Mirsad 16' bon cara yekem kete bin kontrola şebekeya bergiriya asimanî û ji navenda Fermandetî û Kontrolê ya Hezrerê Welîesr (Ec) derbarê keşfkirin, naskirin, pevçûn û jinavbirina armanca biryar û tevger pêk hat.

Xoşqelb bi gotina vê yekê ku livdarî û leza zêde ji taybetmendiyên sereke û taybet ên Pergala bergiriya mûşekî ya 'Mirsad 16' ne, got: Pergala bergiriya mûşekî ya 'Mirsad 16' dikare di bilindahiya kêm da li dijî armancên pirrlez bikeve tevgerê.

Alîkarê Operasiyonê yê Hêza bergiriya asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Pergala bergiriya mûşekî ya 'Mirsad 16' armanca dijmin di her bilindahiyekê da bilez nas dike û dikeve tevgerê.

Xoşqelb got: Bi zûtî dê versiyona baştirbûyî ya Pergala bergiriya mûşekî ya 'Mirsad 16' jibo sekinîna dijî armancên bilindfirr bi leza zêde were nimandin.

 

 

Serepeyv