Tebax 27, 2021 00:31 Asia/Tehran
  • Amara 24 saetên dawiyê ya Koronayê li Îranê

Peywendiyên giştî yên Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 694 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 104 hezar û 716 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Pêncşemê 26 Tebaxê ragihand, di nav 24 saetên borî de 36 hezar û 758 kesên din bi Koronayê ketin.

Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 4 milyon û 833 hezar û 135 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 4 milyon û 53 hezar û 22 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha ragihand ku li welêt 28 milyon û 330 hezar û 70 testên tesbîta "Covid-19" hatine kirin.

Vê wezaretê ragihand ku heya niha 17 mîlyon 772 hezar û 252 kesan dozê yekem a vaksîna Coronayê û 7 mîlyon û 150 hezar 303 kesan jî doza duyemîn wergirtine û jimara giştî ya vaksînên hatine lêdan li Îranê 24 mîlyon 622 hezar 555 doz e.

Serepeyv