Reîsî: Di nerîna Îmam Xumeynî (RE) de xizmetkirina ji bo gel xwedî cihek taybetî ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Di sîstema hizrî ya Îmam Xumêynî (RE) de, ku em fêrî xizmetkirina bo gel kirin û Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî jî hertim li ser wê sekiniye, xizmeta ji bo gel ya rast ji bo Xwedê ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî îro Pêncşemê, di merasîma nûkirina Peymana Kabîneyê de bi îdealên Îmam Xumeynî (RE), got: Di sîstema ramanê ya Îmam Xumeynî (RE) de, xizmetguzarî xwedî wateyek taybetî ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Nêrîna Îmam Xumeynî (RE) ya ji bo xizmetkirina gel, nêrînek formalîte nebû û nêrîna siyasî ya ku siyasetmedar dinimînin, ne wekî nêrîna îmam Xumeynî (RE) de ye.
Reîsî herwiha got: Ji xwe îmam Xumeynî (re) gel bawer dikir û dema ku digot mehek û pîvan dengê gel e, bi rastî ev yeka bawer dikir, vêça mijara sereke di vê hikûmetê de eva ye ku wezîfenasî û mekanîzmên îdarî wek emanetek werin dîtin û divê ku ev emanet ji bo xizmetkirina gel werin bikaranîn.
Serokê Komara Îslamî ya Îran her wiha got: "Divê em rênimayî û stratejiyên ku Îmam Xumêynî (re) tekîd li ser kirine, li kar û pêngavêên xwe bikar bînin."