Tebax 26, 2021 13:05 Asia/Tehran
  • Anîna milyonek û 110 hezar dozên vaksînê bo Îranê

Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê ji gihêştina milyonek û 110 hezar dozên vaksîna koronayê bo welêt xeber da.

Li gorî Ajansa Radyo û Televîzyonê, "Kerîm Himetî", serokê Heyva Sor a Îranê, got: "Îro, Pêncşemê, 17emîn barê derziya Korona ku ji hêla Heyva Sor ve hatiye amade kirin û tê de milyonek û 110 hezar dozên vaksîna Koronayê hene, li Balafirgeha Îmam Xumeynî (re) ya Tehranê radestî Wezareta Tenduristiyê bû."

Serokê Saziya Heyva Sor a Îranê her wiha got:"Bi tevahî, vê rêxistinê ji Gulanê vir ve 19 mîlyon û 280 hezar dozên vaksînê anîne welêt."

Himetî her wiha diyar kir ku Heyva Sor her hefteyek du cara vaksînê ji welatê Çînê dikire û tîne Îranê û wê radestî Erzareta Tendirustiyê dike û vî karê xwe berdewam dike.

Serokê Heyva Sor a Îranê her wiha got: "Heya nuha, vê rêxistinê bi giştî 17 barhilgir, di nav de 19 mîlyon û 280 hezar vaksîna koronayê, bi 19 firînan anîne Îranê."

Serepeyv