Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê gihîşt Tehranê
Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Toshimitsu Motegi şeva şemiyê hat Tehranê û bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê re hevdîtin pêk anî.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Balyozxana Japonyayê ya li Tehranê li ser Twitterê ragihand ku Motegi hatiye Tehranê û diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê dê bi rayedarên îranî re li ser têkiliyên dualî, mijarên Rojavayê Asyayê û mijarên din hevdîtinan bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade berî niha ragihandibû: Wezîrê karên derve yê Japonyayê dê roja yekşemiyê li ser vexwendina wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf, seredana du rojî ya Komara Îslamî ya Îranê bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha diyar kiribû:Têkiliyên Îran-Japonyayê hertim wekî du hêzên girîng ên li rojava û rojhilatê Asyayê girîng in û her du welat di 90 salên têkiliyên dîplomatîk de, li ser bingeha berjewendiyên hevpar, têkiliyên dostane hebûne, û naha şêwirmendî li ser mijarên dualî û pir alî asta di navbera her du welatan de ne.
Xetîbzade her wiha got: "Ji bilî hevtayê xwe yê îranî, wezîrê karên derve yê Japonyayê dê di vê serdanê de bi rayedarên din ên pilebilind ên Îranê re hevdîtin bike."