Teqeziya Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser hevahengiya tîma aborî ya dewletê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna nirxandina hêjatiya wezîrên pêşniyakirî yên kabîneya sêzdehem li ser hevanengiya tîma aborî ya dewletê nemaze jibo çareserkirina pirsgirêkên jiyana gel teqez kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro (şemî) di civîna nirxanidna hêjatiya wezîrên pêşniyarkirî yên kabîneya sêzdehem li Meclîsa Şêwraya Îslamî, got: Her kesekî berpirsiyariyek heye û divê derbarê berpirsiyariya xwe bersivdêr be.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Wezîrê aborî, Banka Navendî, Rêxxistina Bername û Bûdce û Wezaretxaneyên Cîhada Çandî û Pîşe, maden û ticaretê gişt berpirsiyar in û divê li hemberî qanûn, meclîs û serokomêr bersivdêr bin.
Reyîsî her wiha tevî tekeziya li sser vê yekê ku dewlet derbarê sifreya gel berpirsiyar e, got: Serokomar, alîkarê yekem û wezîrê û berpirs her beşek di vî warî da berpirs e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Ji ber pêwîstiya hevahengiya navbera tîma aborî û jibo ku hevahnegiyek pêk were, di vî warî danasîneke diyarkirî pêk hat.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Her yek ji wezîrêan xwedan nêrîn in û di warê xwe yên karî da desthilata qanûnî hene, lê ev dê hevkarî û hevahengiyekê pêk bîne.
Civîna aşkira ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê îro bi serokatiya Muhemed Baqir Qalîbaf, serokê Meclîsê û bi beşdariya pirraniya nûneran jibo nirxandina hêjatiya wezîrên pêşniyarkirî yên dewleta sêzdehem xebata dest pê kir.