Emîr sertîp Salihî: Pergala Şibihandinê ya 'Bawer 273' dê were nimandin
Tebax 17, 2021 11:26 Asia/Tehran
Fermandarê Navenda fêrkariyên pisporî ya Sahib El-Zeman a Hêza Bergiriya asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Pergala Şibihandinê ya 'Bawer 273' dê bi zûtî were nimandin.
Emîr sertîp duyem Mehdî Salihî, Fermandarê Navenda fêrkariyên pisporî ya Sahib El-Zeman a Hêza Bergiriya asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê îro di gotûbêja bi IRNAyê ra got: Cîhana Bêminetiyê dê 1ê Îlona 2021ê Pergala Şibihêner a Bawer 273 binimîne ku pergala tam stratejîk û berhema navxweyî ye û di bilindahiya zêde da dixebite.
Emîr sertîp Salihî her wiha got: Ev şibihîner divê li navenda fêrkariyê were xebitandin da ku xwendevan bikarin pê bixebitin û pisportiya pêwîst bi dest bixin.