Xetîbzade: Her kiryareke ehmeqî ya li dijî Iranranê dê rastî bersiveke diyarker were
Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê duh êvarê di berteka gefên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst li dijî Îranê got:Her pêngaveke ehmeqane ji aliyêvê rejîmê li dijî Îranê wê bi êrişeke giran û cidî were bersiv dayîn.
Li gor IRNAyê Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade li ser rûpela xwe ya Twitterê de nivîsî: Rejîma Îsraîlê di warê binpêkirinên qanûnên navneteweyî de niha bi bêşermî gefa bikaranîna leşkerî li dijî Îranê dixwe û li paş vê şerûdiya vê rejîmê piştgiriya bêhedef a Rojavayê heye.
Xetîbzade li ser Twitterê wiha domand: "Em bi eşkere radigehînin: her kiryarek bêaqil a li dijî Îranê dê bi bersivek diyarker were bersivandin dev ji cerbandina me berdin."
Roja Îna borî, çavkaniyên rojavayî îdia kirin ku keştiyek aîdê siyonîstan li Deryaya Omanê bûye hedef.
Piştî ku nûçeya vê bûyerê hat weşandin, siyonîstan ji serî de bêyî delîlek dest bi sûcdarkirina Îranê kirin.