Enrique Mora hat Tehranê
Enrique Mora, Sekreterê Giştî yê Pêngava Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê, ji bo beşdariya merasima sondxwarina serokê Komara Îslamî ya Îranê, çend saetan berî niha bi riya balafirgeha Navnetewî ya Îmam Xumêynî (re) gihîşt Têhranê.
Li gorî nûçeya Iran Pressê, "Enrique Mora" dema gihîşt Balafirgeha Navneteweyî ya Îmam Xumêynî (re) ji aliyê çend rayedarên Wezareta Karên Derve ya Îranê ve hat pêşwazîkirin.
Saetekê berî viya jî, Bruno Scholl, Serokê Maseya Pêngava Yekîtiya Ewropayê, û Stefan Clement, Balyozê Yekîtiya Ewropî li Viyenayê bi pêşewaziya hejmarek rayedarên Wezareta Derve ya Îranê û herwiha bi pêşewaziya Balyoza Slovenyayê li Tehranê Kristina Radi gihîştin Balafirgeha Îmam Xumeynî (re).
Merasima sondxwarina serokê Komara Îslamî ya Îranê dê roja Pêncşemê bi amadebûna rayedarên welatên curbicur li Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê were lidarxistin.