Tebax 03, 2021 12:22 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Berçavgirtina rênîşandanên Îmam Xumeynî (re) û Rêberê Înqilabê bû sebeba pêşketin û iqtidarê

Serokomarê nû yê Îranê destnîşan kir ku berçavgirtina rênîşandanên Îmam Xumeynî (re) û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bû sebeba pêşketin û iqtidarê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seyid Ibrahîm Reyîsî serokomarê nû yê Îranê roja Sêşemiyê di merasima Tenfîza serokatiya Komara Îslamî ya Îranê da got: Roja ronî ya demokrasiya dînî zêdetir ji 40 salan beriya niha li vî welatî bi rênîşandana Îmam Xumeynî (re) yê hêja û mezin û bi hewla bilind a gelê mezin û erknas hilhat.

Serokomarê nû yê Îranê tevî amajeya bi vê yekê ku rayedar û berpirsan û gel di van 40 salan da jibo serêxwegirtina demokrasiya dînî gelek hewil dan, got: Di van 40 salan da her derê ku berçavgirtina rênîşandanên Îmam Xumeynî (re) û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û siyasetên hikûmnetê hebûn, pêşketin, iqtidar û xurtbûn hebû.

Reyîsî her wiha got: Modeleke hukumdariya nûjen ji cîhanê ra hat raberkirin û di vê modela hukumdariya nû da, dîn li kêleka dinyayê, zanist li kêleka exlaqê, dadmendî li kêleka pêşketinê, serfirazî li kêleka rihetiyê bo alemê hat raberkirin.

Reyîsî got: Mijara kêmbûna mûçeyê, mijara aramiya bazara bûrsê, kontrola buhabûn û înflasiyonê, mijara Koronayê û mijarên din hatine naskirin û rêkarên wan jî hatine nirxandin.

Serokomarê nû yê Îranê got: Em ê li dû rakirina boykotan bin, lê em ê sifreya gel bi biyaniyan va girênedin.

 

Serepeyv