Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Pirsgirêkên Xûzistanê çareser bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327789-rêberê_mezin_ê_Înqilaba_Îslamî_pirsgirêkên_xûzistanê_çareser_bikin
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî daxwaza çareserkirina pirsgirêkên Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 22, 2021 09:57 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Pirsgirêkên Xûzistanê çareser bikin

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî daxwaza çareserkirina pirsgirêkên Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê kir.

Li gorî rapora Ofîsa parastin û weşandina berhemên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî destnîşan kir: "Erka berpirsan e ku pirsgirêkên Xûzistanê çareser bikin û heke kesek di fikra gel da be, nikare li hemberî meseleyên dijwar ên Xûzistanê rihet bimîne û ev erka tekûz, bilez û hertimî ya hikûmetan e ku di fikra (xizmeta) gel da bin."

Hişkesalî û germaya gelek zêde ya îsal parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê tûşî gelek pirsgirkan ji wan kêmbûna avê kiriye.

Di vî halî da bi hewildana hemî saziyên dewletî û vekirina derçûyên bendava Karûnê, pirsgirêka kêmaviyê di halê çareserbûnê da ye.