Tîrmeh 12, 2021 02:39 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî sipasiya fîlîstîniyên kampên Sûriyê kir ji ber peyama wan

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî qedirzanî û sipasiya birek ji filistîniyên di kampên Sûriyê de kir ji ber peyama wan.

Li gorî IRNAyê, Hucet-ul-Îslam wel-Muslimîn Muhsin Qomî, alîkarê beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Nivîsgeha Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, nameyek ji "Muhemed El-Behîsî" Serokê Komela Dostaniya Filistîn û Îranê re nivîsand û tê de qedirzanî û spasiya Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî ji filistîniyan re weşand û desnîşan ir ku Operasiyona Seyf el-Quds beşek biçûk ji hêz û îqtidara kombûyî ya bereya berxwedanê xiste ber çavan.

Alîkarê beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Nivîsgeha Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha di vê namê de nivîsandiye: Berevaniya bi qehremanî ya gelê xîretmend ê Filistînî ji Mescîd el-Eqsayê û erdê Qudsê, vê carê bi yekbûn û hevgirtina gelê hemî deverên Fîlîstînê û hemahengiya hêja ya hemî komên berxwedêr, baş nîşan da ku serdema serdestiya siyonîstên mêtinger û nîjadperest qediyaye.

Di vê nameyê de tê gotin ku serdema têkçûna destdirêjkerên mîtînger û dagirkerên erdê pîroz û  serdema rizgariya Filistîn û azadkirina Quds a Şerîf hatiye.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî piştî peyama hijmareka mezin a filistîniyên ku li kampên Sûrî rûdinin bi minasebeta serkeftina millet û berxwedana Filistînê di şerê 12-rojî dijî rejîma dagîrker li Qudsa Şerîf û spasiya wan ji rêberê Inqilaba Îslamî û Neteweya Îranê ji bo piştgiriya ji cîhadê neteweya Filistînî, peyameke sipasî û qedirzaniyê ji wan filistîniyan re şand.

Serepeyv