Tîrmeh 03, 2021 10:11 Asia/Tehran
  • Zengene: Biryara OPEC Plus ti bandorek li ser viyana Îranê ya zêdekirina firotina neftê li bazara cîhanê nake

Wezîrê Neftê yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku biryara "OPEC Plus" tu bandorê li ser îradeya Îranê ya zêdekirina firotina neftê li bazara cîhanê nake.

Li gorî IRNAyê, Wezîrê Neftê yê Îranê Bîjen Namdar Zengene tekez kir ku biryara OPEC Plus bandorê li îradeya Îranê ya zêdekirina şandina neftê bo derve nekiriye û got: "Her ku ceza û boykot werin rakirin, em ê di zûtirîn dem de vegerin sûkê."

Piştî bidawîbûna civîna OPEC Plus a 18-an, Zengene got ku di vê civînê de vegera Îranê nav bazara neftê jî hat gotûbêjkirin û got: "Sedema dirêjkirina civînê ji ber nakokiya hin endaman bû li ser para wan."

Wezîrê neftê yê Îranê her wiha got: "Hin welat difikirin ku neheqî li wan bûye û hinekan jî para zêdetir stanine."

Civîna 18emîn a OPEC Plus bê encam qediya, û biryar e ku ev civîna roja Duşemê ya vê heftê bi konferansa vîdyoyê dîsa berdewam bike.

23 endamên OPEC Plus dê di vê civînê de li ser awayê hêdî hêdî zêdekirina hilberandina petrolê li gorî peymana sala borî (2020) biryarê bidin.

Serepeyv