Dawiya civîna Komîsyona Hevpar ya Rêkeftina Navokî li Viyana
Dewra şeşemîn a civîna Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî li Viyana bi dawî bû.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û televîziyona Îranê; Qonaxa şeşemîn a civîna Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî îro Yekşemê, li Viyena paytexta Avusturyayê (Otrîşê), bi beşdariya şandên Îranê û Koma 4+1 li darket û bi dawî hat.
Seyd Ebas Iraqçî, serokê şandeya Îranî di civînê de, bal kişande ser pêşveçûna vê dewra danûstandinan, nemaze li ser reşnivîsa tekstên danûstandinan û got: "Pêdivî ye biryardayîna derbarê pirsgirêkên girîng ên mayî di paytextên welatên beşdarê danûstandinan de cih were."
Iraqçî bang li aliyên muzakereyê kir ku ji bo parastin û vejandina Rêkeftina Navokî biryarên pêwîst û cidî bidinbi û rastbîn bibin.
Civîna Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî li Viyenayê, bi serokatiya Enrique Mora, Alîkarê Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewrûpayê di Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekariyê de, hat li dar xistin.
Komara Îslamî ya Îranê hertim tekez dike ji ber ku Amerîka neqanûnî ji Rêkeftina Navokî derketiye divê bi xwe vegere û boykotan ji holê rake.