Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya beşdariya hemasî ya gel di hilbijartinê da
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sipasiya ji bo beşdariya hemasî û bicoş a gelê Îranê di hilbijartina 18ê Hezîranê da kir.
Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Şemiyê bi boneya beşdariya hemasî û bicoş a gelê Îranê di hilbijartina 18ê Hezîranê da, gelê Îranê wek serketiyê mezin da zanîn û tevî pêgiriya li ser vê yekê ku ne gilîkirina ji dijwariya jiyanê, ne dijberzanîn bi armanca dilsarkirina gel û ne hokarên weke gefa pandemiyê û hin nakokî di destpêka saetên wergirtina deng da nekarî vîna gel bişkêne, xitabî hilbijartiyên gel di berpirsiyariya bilind a serokomartiyê an endamtiya konseyan da got: Qedra derfeta xizmetgihaniya bo welatû gel bikin û hertim armancên xxwedayî berçav bigirin.
Hezretê ayetullah Xamineyî xitabî gelê Îranê got: Beşdariya bicoş û hemasî di hilbijartina 18ê Hezîranê da, rûpeleke din a ronî li şanaziyên we zêde kir; Di nava hokarên ku her yekê bi tenê dikarî beşdariya di hilbijartinan da lawaz bike, dîmenên bedew ên kombûnên we li navendên dengwergirtinê li seranserî welêt, nîşaneke aşkira ji vîna cidî û dilê hêvîdar û çavê bîner bû.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Serketiyê mezin ê hilbijartina duh, gelê Îranê ye ku careke din li hemberî teblîxata medyayên kirêgirtî yên dijmin û weswasa ramanxav û xêrnexwazan, rabû û beşdariya xwe di meydana siyasî ya welêt da nîşan da.
Wî got: Ez şukra bêdawî ya Xwezayê elîm û qedîr dikim ku serketinek da gelê Îranê û nêrîneke rehmetê li Îranê û Komara Îslamî kir û pîrozbahiyê didim gelê Îranê û rêzdarên ku bi hilbijaertina gel berpirsiyariya bilind a serokomartî an endamtiya konseya li seranserî welêt bi dest xistine û tevî pîrozbahiyê, sipasiya ji vî gelê sozdar û sozdariya tam bo erkên ku di qanûna bingehîn da bo wan hatine vegotin, bi bîr tînim.
Hilbijartina dora sêzdehem a serokomartiya Îranê, dora şeşem a Konseyên Îslamî yên bajar û gundan, yekem miyandewreyiya dora yazdehem a Meclîsa Şêwraya Îslamî û duyemîn miyandewryiya pêncemîn Civata Şarezayên Rêbertiyê duh Îniyê hat lidarxistin.