Kedxodaî: Pêvajoya dengdanê heya dawiya îro berdewam dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327091-kedxodaî_pêvajoya_dengdanê_heya_dawiya_îro_berdewam_dike
Berdevkê Civata Parêzvanê Destûra Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê got: Pêvajoya dengdanê li Îranê heya nîvê şevê (saet 24) bi dema Tehranê berdewam dike
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 18, 2021 19:40 Asia/Tehran
  • Kedxodaî: Pêvajoya dengdanê heya dawiya îro berdewam dike

Berdevkê Civata Parêzvanê Destûra Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê got: Pêvajoya dengdanê li Îranê heya nîvê şevê (saet 24) bi dema Tehranê berdewam dike

Li gorî Ajansa nûçan a Radyo û Televîzyona Îranê, "Ebas Elî Kedxodaî", berdevkê Civata Parêzvanê Destûra Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê, îro Înê got ku beşdariya gel di hilbijartinan de zêde dibe, û got: pêvajoya dengdanê ji ber bi coşbûna debgdanê bi dema Tehranê heya nîvê şevê berdewam dike.

Derbarê binpêkirinên gengaz ên di pêvajoya dengdanê de, Kedxodaî herwiha got: "Dozên ku bilez hewce bûn hatin xîtab kirin û hatin hişyarkirin û çareser kirin. Naha pirsgirêkek me ya girîng tune."

Sêzdehemîn hilbijartina serokomariya Îranê îro Înê di saet 7:00 sibê de, digel du hilbijartinên din yên wekî hilbijartina dewra navber a meclisa şêwra îslamî û meclîsa pisporên rêberiyê û hilbijartinên civatên îslamî yên bajar û gundan, bi rê ve diçe.