Zerîf: Beşdarbûna xelkê di hilbijartinan de dê cezayên pêşerojê jî bêbandor bike
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf got: Beşdarbûna xelkê di hilbijartinan de ne tenê dibe sedema rakirina boykot û cezayan belkî dê cezayên pêşerojê jî bêbandor bike.
wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di vîdyoyek roja Duşemê ku li ser hesabê xwe ya Instagramê weşandiniye diyar kir: Beşdarbûna xelkê di hilbijartinan de ne tenê dibe sedema rakirina lezgîn a boykotan û jinavbirina şereê aborî li dijî neteweya egîd a Îranê belkî dê cezayên pêşerojê jî bêbandor bike.
Zerîf diyar kir ku gel temînata herî bi bandor a azadî, ewlehî, serbilindî û pêşkeftina welat e û got: Beşdariya zîrek û berfireh a gel di diyarkirina çarenûsa xwe de hêza netewî şekil digire, berjewendiyên netewî li seranserê cîhanê diparêze û ji bo têkiliya navneteweyî ya avaker palpiştiyeke sereke ye.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Beşdariya zêde dê bibe sedema bêhêvîbûna tundrew, siyonîst û terorîstên aboriyê yên ku bi Îranofobî û dijberiyê li hemberî Rêkeftina Navokî çavberdane bêencambûna danûstandinan û zêdekirina dorpêçan.
Sêzdehemîn tura hilbijartinên serokomariya Îranê dê di 18ê Hezîrana 2021-an de were li dar xistin.