Hezîran 12, 2021 16:24 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Îro di warê pêşîlêgirtina Coronayê de ti kêmasiyeke me tune

Serokê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi derbasbûna nêzîkê 16 mehan ser belavbûna koronavirus li welêt û hewldanên li hemberî vê nexoşiyê kir û got: "Îro, em di warê alavên ku ji bo jinavbirina vê nexweşiyê hewce ne em li ser piyên xwe rawestane û ti kêmasiyek me tune. "

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Press, "Hesen Rûhanî" roja Şemiyê di civîna Navenda Neteweyî ya Dij-Coronayê de, bi şirovekirin û vegotina hewldan û bizavên ku ji destpêka derketina Corona li welêt ve hatine kirin û serketinên ku di vê heyamê de bidest ketine xistin, got: Gavên hatine avêtin di vê rêkê de û serfketinên bidest ketî di vî warî de pir mezin û bi rûmet in ku hêja ye werin pesindayîn û qedirzanîkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: "Îro, em dikarin her roj bi hêsanî 150,000 cerbandinên teşxîskirinê pêk bînin ku ev tedbîr û hewldanên ku têne kirin hêjayî sipas kirin û qedirzaniyê ne."

Rûhanî di vî warî de bal kişand ser proja Geşedana Tendirustiyê wekî pêngaveke bi şanazî û bi romet a dewleta tevdîr û hêvîdariyê (dewleta xwe) û desnîşan kir ku karê dewleta 11-an û 12-an di warê tendirustiyê di dîroka welêt de bê hevpa ye û got:  Cîhan ji pêkanîna vê projeya mezin li Îranê matmayî ma.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di ragihandina serjimêriyên rast de derbarê Coronayê wekî yek ji welatên herî rêkûpêk bi nav kir û bi bîr xist: Li gorî standarda navneteweyî, me rojane serjimêrî ragihand û me got ku divê jimara pêketiyan, nexweşên ku rewşa wan pir xirab e û jimara miriyên bi Koronayê bêyî îstîsna werin ragihandin,

Serepeyv