Xetîbzade: Divê Biden ji têkçûna zexta herî zêde ya Trump dev berde
Berdevkê Wezareta Karên Derve Ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade di twitterê de diyar kir ku divê Biden bi rakirina boykotan a bi bandor ku mirov bikare rastiya wê bicerbînne, dev ji xexta herî zêde ya têkçûya Trump berde.
Li gorî IRNAyê ya şeva Înê, Xetîbzade di vê twîttê de nivîsandiye: Derxistina navên hin kesan ji nava cezayan ne bi danûstandinên Rêkeftina Navokî têkildar e û ne jî wekî peyamek ji bo nîşandana niyeta xêr tê dîtin, nemaze dema ku bi vejîna terorîzma aborî re hevrê bibe.
Berdevkê Wezareta Karên Derve Ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha diyar kir: Li şûna şopandina rê û şêwaza Trump, divê Biden bi rakirina boykotên ku rastiya wan were eyankirin, dev ji "têkçûna herî mezin" berde.
Hikumeta Joe Biden îdîa dike ku ew dixwaze bi danûstandinên berdewam ên li paytexta Avusturya, Viyanayê rê ji bo ku vegera Amerîkayê ser Rêkeftina Navokî serast bike.
Karbidestên hukumeta Joe Biden bi caran îtiraf kirine ku sîyaseta zexta herî zêde têk çûye, lê heya nuha gavên pêdivî jibo vegerîna ser rêkeftinê navêtine û pênc dewrên guftûgoyên dijwar jibo vejandina Rêkeftina Navokî heya nuha pêk hatine ku negihêştine encamê.