Îro; Yekemîn dîbeyta hilbijartina serokomartiya Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326806-Îro_yekemîn_dîbeyta_hilbijartina_serokomartiya_Îranê
Yekemîn dîbeyta sêzdehemîn dora Hilbijartina serokomartiya Îranê îro Şemiyê saet 17 dê were lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 05, 2021 08:11 Asia/Tehran
  • Îro; Yekemîn dîbeyta hilbijartina serokomartiya Îranê

Yekemîn dîbeyta sêzdehemîn dora Hilbijartina serokomartiya Îranê îro Şemiyê saet 17 dê were lidarxistin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Berendamên dora sêzdehem a hilbijartina serokomartiya Îranê di vê dîbeyta 3 saetî da dê derbarê mijarên aborî gotûbêj bikin.

Duyemîn û sêyemîn dîbeyta dora sêzdehem a hilbijartina serokomartiya Îranê jî dê Sêşemî û Şemiyê 7 û 12ê Hezîranê bên lidarxistin.

Bernameyên dîbeytê dê bi awayê zindî ji kanala 1ê, Kanala Xeberê û Radyo Îranê werin weşandin.

Dora sêzdehem a hilbijartina serokomartiya Îranê dê 18ê Hezîrana 2021ê were lidarxistin.