Hezîran 04, 2021 17:27 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamlê: Riya rast ê telafîkirina bêbandorbûn û qelsiyên rêvebir hilbijartinek rast e

Rêberê giranqedr ê inqilaba îslamî, amaje bi tekezkirina domdar a Îmam Xumeynî (re) li ser pêdivîbûna beşdariya xelkê di hilbijartinan de, bijartina kesek guncan wek riya çareseriya pirsgirêk û zehmetiyan da zanîn.

Hz. ayetullah Xamineyî îro sibeyê di salvegera rehleta rûhanî ya Îmam Xumeynî (RE) de ji riya televîziyonê axiftineke girîng kir û tê de bal kişande ser tekezkirina hertimî ya îmamê rehmetî derbarê beşdariya gişt çîn û qatên gelê Îranê di hilbijartinan de û  bijartina kesek guncan wek riya çareseriya pirsgirêk û zehmetiyan da zanîn. Rêberê Înqilabê herwiha got ku serokomarê pêşerojê divê damezrandina edaleta civakî, rawestana cidî li ber gendelî û diziyan û pêşdaxistina hêla berhemanîn di nav welêt de bike karê xwe yê sereke, vêca divê ku çîn û qatên gel xwe wezîfedar bizanin ku di vê hilbijartinê de beşdarî bikin û yên din jî ji bo vî karî teşwîq bikin. 

Rêberê giranqedr ê inqilaba îslamî, amaje bi destpêka serketina şoreşa Îslamî û qebareya bêhempa ya pêşbîniyên bi dû hev yên mirovên zêdexwaz li cîhanî yên derbarê hilweşiyana Komara Îslamî di du mehan, şeş mehan an jî herî zêde salekê de û got: Zehmetî û biryardariya Îmam û serkeftinên mezin ên neteweyî di şer û pirsgirêkên din de ev gotegot kêm reng kir, lê piştî rehleta Îmam Xumeynî, dijmin û xêrnexwazan cardin daxwaza xwe ya hilweşîna Komara Îslamî dubare kirin.

Hz. ayetullah Xamineyî amaje bi têkçûna tevahiya pêşbîniyên dijmin û desthilatdarî û pêşveçûn û pêşkeftina domdar a Komara Îslamî kir, û got: Sirra birûmet û serefraziya mayînde ya pergala Îmam Xumeynî, bihevrabûna du peyvên komar û Îslamî ye.

Rêberê giranqedr ê inqilaba îslamî, dahênana teoriya Komara Îslamî karê mezin ê Îmam Xumeynî da zanîn û  got: Îmamê mezin ev teorî xiste nav qada teoriyên siyasî yên navneteweyî de û bi saya hêza gel û zanîna xwe ya pir kûr ew xiste pratîk û meriyetê.

Hz. ayetullah Xamineyî tekez kir ku Îmamê rehmetê du peyvên Komarî û Îslamî yanî serdestiya Îslamê û serdestiya gel wek riya çareseriya gişt pirsgirêkan da zanîn û got: Her dem ku gel hate bikar anîn û pîvanên Îslamê hatin berçavgirtin, em baş pêşda çûn û her dem ku yek ji wn ji bîr bû û nehat bikaranîn kar pêşde neçûn. 

Rêberê giranqedr ê inqilaba îslamî, di dawiya axivtina xwe de babeteke pêdivî ya olî û însanî derbarê meselên pêşhatî di warê diyarnebûna jêhatîbûna hin kesên ku navê xwe wek namzedê hilbijartinan de dabûn bi bîr xist û got: Li hin kesên ku jêhatîbûna wan diyar nebû zilm û sitemek li wan hate kirin û tomet û tawanbariyên derew li wan an malbatên wan ên ku malbatên bi rûmet û pak in hatin girêdan, ku paşê îsbat bû ew raporên derbarê wan bitûm şaş û derew in.

Hz. Ayetullah Xaminêyî, behsa weşandina van bûyeran di nav gel de û di atmosfera mecazî ya bêsînor de kir û tekez kir: "Parastina rûmetê her însanekî ji mafên wan ên herî jorîn e, ji ber vê yekê daxwaziya min ji dezgeh û rayedarên berpirsiyar ew e ku bûyerên ne rast derbarê wan û malbat û zarên wan ragihînin û ziyanên wan were qerebûkirin. "

Serepeyv