Hezîran 04, 2021 12:12 Asia/Tehran
  • Mekteb û rê û rêça Îmam Xumeynî (re) li gor dîtin û bawera ramanwerên navxwe û biyanî

Semînera Navneteweyî ya Îmam Xumeynî (RE) û Cîhana Hemdem di şeva salvegera rehleta Xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê de bi amadebûn û axaftina kesayet û ramanwerên navxweyî û biyanî di mezargeha pîroz a wî Îmam rehmetî de hate lidarxistin.

Li gorî IRNA, bi minasebeta 32mîn salvegera wefata damezirînerê Komara Îslamî, bêjeran di Semînera Navneteweyî ya Îmam Xumeynî (RE) û Cîhana Hemdem de, ku şeva Pêncşemê bi amadebûna endamên Beyta Îmam û kesayetî û nûnerên olên curbicur û hejmarek karbidestên welêt hate lidarxistin. di axiftinên xwe de bi şirovekirina raman û armancên bilind ên Îmamê rehmetî, cîgeh û rola xelkê ya bingehîn di pêvajoya kemilandin û îdeal a Şoreşa Îslamî de zelal û diyar kirin û stratejiya alîkariya ji bo gel û sekinîna ser jinavbirina  pergala zilm û zordestiyê û dabînkirina hewcetiyên belengaz û mustezefan ku çavkaniya wan mekteba Îmam Xumeynî (RE) ye şirove kirin.

Hucet-ul-Îslam seyd Hesen Xumeynî di vê semînarê de got: Li asoya neteweyî, şoreşê karekî mezin kir û ew jî eva bû ku bizmarek li tabûtê paşatiyê û ramanek neheq a ku ji pergalên genî û rizî mabû lêxist, Pergala ku bi destê Îmam ve hat roxandin.

Ebu Şerîf, nûnerê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li Îranê, di panêla berxwedanê ya Konferansa Navneteweyî ya Îmam Xumeynî (RE) û cîhana hemdem de wiha got: "Şoreşa Îslamî ne tenê ji bo gelê Îranê ye di heman demê de şoreşek ji bo Îslam û civaka mirovanî ye, ji ber vê yekê, şoreşê karîbû li herêmê û cîhanê, nemaze li Filistînê, tsunamiyeke mezin biafirîne.

Ebû Şerîf tekez kir: "Ger Şoreşa Îslamî mêhwera berxwedanê çênekiribû, roja îro Amerîka û Îsraîlê di cîhana Îslamî de serketibûn û hemî armancên xwe bi dest xwe xistibûn, ji ber vê yekê divê em hemî pabend bin bi bingehên Şoreşa Îslamî de daku em bikarin şoreşê biparêzin. "

Şefîq Deyub, balyozê Sûriyê li Tehranê di Semînera Navneteweyî ya Îmam Xumeynî (RE) û Cîhana Hemdem de got: Roja îro, nihêrîna Şoreşa Îslamî li herêmê baş tê dîtin, û rêbertiya Îmam Xumêynî (re) û Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Îran kir lîstikvanek sereke di siyasetên girîng ên navçeyî û cîhanî, nîzama cîhana îroyîn.

Xaxam Yûnis Hemamî Lalezar, rêberê Kelîmiyên Îranê jî di Semînera Navneteweyî ya Îmam Xumeynî (RE) û Cîhana Hemdem de got: Gotina hêja ya cenabê wî ku digot "Yekperestiya ola me ye" baweriya yekparêziyê û Xwedayê yekta nîşan kir, ku Îran welatê me ye û em milletek in.

Serepeyv