Zerîf: Tevî hemî komployên hêzxurtan, îro gelê Îranê bi serbilindî sekinîne
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf got: Tevî hemî komployên hêzxurtan, îro gelê Îranê hîn bi serbilindî sekinîne.
Li gor Iran Pressê, Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro çarşemê di Konferansa Navneteweyî ya Diyaloga Îmam Xumeynî (RE) ya mecazî got: Inqilaba Îslamî ya Îran û Îmam Xumeynî (RE) bi başî nîşan da, qaweta maddî tenê tenê faktora pêkanîna qawetê li cîhanê nîne û eva îrade û viyana gel û hêza palpiştiya li gel e ku dikare li nizama navneteweyî roleke qedersaz bilîze.
Zerîf bal kişand ser vê yekê ku li rojava û rojhilata cîhanê tu hêzek nedixwest ku Şoreşa Îslamî ya Îranê bi ser keve, û got: Îmam Xumeynî (re) nîşan da ku bi palpiştiya vîn û îradeya gel, dikare li hemberî hêza maddî ya hêzxurtan ser kave û çarenûsek li dijî vîna wan hêzxurtan pêk bîne.
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herqas ku hêzxurtên mezin, pişta xwe didin hêzên xwe yên madî û bisaya wan dikarin zirarê bidin welatên din û zextê li wan bikin, lê ew nikarin çarenûsa û rewşa cîhanê bi tevahî bêxin bin destê xwe, ji ber ku Şoreşa Îslamî nîşan da ku bi baweriya li gelan û baweriya li hêza herî bilind a îlahî, dikarin ser pîlanên hêzxurtên mezin bikevin.
Zerîf desnîşan kir ku Îran li çar dehsaliyên borî bi pirsgirêk û zextên zav yên wekî şerê tehmîlî, dorpêç û boykotên giran , şerê aborî û curên zav ên terorîsmê rûbirû bûye terorîsmên wekî aborî, leşkerî û jîngehî û terorîsma dermanî, lê niha tevî van zextên zav bi serbilindî li ser piyên xwe sekiniye.
Zerîf herwiha bal kişand ser berxwedana qahêm a Filistînê li hemberî êrişên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst û nîşan da ku sîstema berevaniya Qubeya Hesin lawaz e û divê ku ew gelê Filistînê û hêza xwe û mafê xwe bawer bikin û pê vê baweriyê li ber siyasetên nijadperest û aparteid ên Rejîma Siyonîst bisekine.
Di bereberê 32-emîn salvegera wefata Îmam Xumeynî (re) de, konferansek navneteweyî ya pisporî li ser ramana siyasî ya Îmam Xumeynî (re) roja Çarşemê li herema Îmam Xumêynî (re) hate lidarxistin.