Rûhanî: Piştgiriyên koronayî ji kar û pêşeyan dê werin dirêjkirin
May 30, 2021 18:55 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku raberkirina hêsankariyan û piştgiriyên koronayî ji kar û pêşeyan dê werin dirêjkirin.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di dused û bîst û nehemîn civîna Erkantiya Hevahengiya Aborî ya Dewletê da got: Dewletê tevî sînordariyên aborî û derhatên welêt ên pereyê biyanîdi asta şiyana xwe dê piştgiriya ji ziyandîtiyan, çi malbat û çi binkeyên aborî yên ziyandîtî hewil daye û dê van piştgiriyan bidomîne.