Zerîf derbasî Ermenistanê bû
May 26, 2021 12:57 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê jibo gotûbêj û şêwirîna bi rayedarên Ermenistanê ra derbasî Yêrîvanê bû.
Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Çarşemiyê di menzîla duyem a sefera xwe, piştî çûyîna bo Bakûyê, derbasî Yêrîvanê bû û ji aliyê Ara Ayvaziyan sergêrê Wezareta derve ya Ermenistanê va hat pêşwazîkirin.
Zerîf beriya vê yekê jî di sefera xwe ya Bakûyê tev Ilham Eliyêvê serokê Komara Azerbaycanê civiyabû.