May 25, 2021 12:04 Asia/Tehran
  • Zerîf li Bakûyê bi rayedarên Komara Azerbaycanê re dicive

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku şeva çûyî gihêşte Bakûyê û biryar e îro bi rayedarên Komara Azerbaycanê re hevdîtinan pêk bîne.

Li gorî Ajansa Nûçan a Farsê, biryar e Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îran Mihemed Cewad Zerîf îro bi rayedarên Bakûyê re ser mijarên curbicur ên balkêş ji her du welatan re ji wan ser pêwendî û hevkariyên du alî û rewşa navçê gotûbêjê bike.

Serdana Zerîf di çarçova şêwira domdar di navbera karbidestên Komara Îslamî ya Îranê û Komara Azerbaycanê de pêk hat.

Şêwirîn û danûstendina li ser geşedanên dawîn ên têkiliyên dualî û mijarên herî girîng ên herêmî û navneteweyî armancên vê seferê ne.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê piştî wê, dê biçe Ermenistanê û li Êrîvanê bi karbidestên Ermenî re bicive.

Serepeyv