Rûhanî: Neteweya Îranê di şerê aborî de serket
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî tekez kir: Neteweya Îranê di şerê aborî de serket.
LI gor IRNAyê, Hesen Rûhanî îro di civîna Erkana Hevahengiya Aborî ya Dewletê de got: Reqemên mezinbûna hilberînê yên li beşên curbicur ên pîşesaziyê yên welêt, delîla çêtirîn a bêbandorkirina polîtîkaya zexta herî zêde ya Amerîkayê ye, ya ku ew neçar kiriye ku têkçûna van polîtîkayan qebûl bike.
Rûhanî her wiha got: "Di çarçêva berdewamiya gotûbêjên vê dawiyê yên Viyenayê de, Amerîkiyan bi zelalî amadebûna xwe ji bo rakirina dorpêçan diyar kirine."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Emê danûstandinan bidomînin.
Rûhanî di dewamê de got: "Pîşesaziya otomobîlan a Îranê ya ku di şert û mercên herî dijwar de kariye li ber xwe bide û hilberîna xwe zêde bike, dê bi vebûna deriyên bazarên cîhanê û kêmkirina lêçûnên danûstandinê, dê bikeve rewşeke baştir."
Di civîna Erkana Hevahengiya Aborî ya Dewletê de ya îro pêşniyarên temamkir ên ji bo baştirkirina mercên bazara sermiyanê hatin nîqaş kirin û li ser wan biryar hate stendin.