May 20, 2021 18:08 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Boykot nikare pêşî li pêşketina Îranê bigire

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di merasima vekirina projeyên neteweyî yên Petrokîmiyê di şêst û heştemîn hewla tevdîr û hêviyê jibo pêşxistina berhemanînê da destnîşan kir: Vekirina rojên Pêncşemiyê nîşan da ku gelê Îranê berxwedêr e û zexta aborî nikare pêşiya wî jibo pêşxistina welêt bigire.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê bi gotina vê yekê ku bawera vekirina 17 projeyên mezin ên petrokîmiyê di heyama salekê da jibo gelekan dijwar bû, lê roja îro vê yekê serê xwe girtiye, got: Eva ku dewletê kariye di saleke zêrîn da pêxistina berhemanînê di pêşeya petrokîmiyê bi wateya rastîn pêk bîne û roja îro kapasîteya petrokîmiya welêt ji 56 miliyon tonê bigihîne 100 miliyon tonî, cihê şanaziyê ye.

Hesen Rûhanî roja Pêncşemiyê di têkiliya vîdyo konferansî da fermana vekirina petrokîmiya Mescid Silêman, Petrokîmiya Sebelan a Eselûyê û petrokîmiya Oksîra Helal a Eselûyê bi kiredîta miliyarek û 304 miliyon dolarî da.

Serepeyv