Rûhanî: Çavên cîhanê li hilbijartinên Îranê ne
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî got: Çavên cîhanê li hilbijartinên Îranê ne.
Li gorî nûçegihanê siyasî ya IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di civîna kabîneya dewletê de desnjîşan kir ku hilbijartinên Îranê li qada navneteweyî û cîhanê bi hestayî tê nirxandin û got: Sindoqa dengan ji şanaziyên Komara Îslamî ya Îranê ne û Komartiya Îranê bi saaya beşdariya li ser sindoqên dengan tê parastin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di beşeke din ji axivtina xwe kiryarên dirindane ên Rejîma Siyonîst li dijî gelê bê guneh ê Filistînê şermezar kir û bang li welatên îslamî kir kuşi ji destê wan tê bikin da ku gelê filistînê li hemberî cinayet û êrişên dirindane yên Rejîma Siyonîst rizgar bikin.
Rûhanî rexne li kiryarên Neteweyên Yekbûyî û Komkara Erebî ya di derheqê pirsgirêka Filistînê de girt û got: Erkê hemî welatên Îslamî ye ku parastina gelên Fîlîstînê bikin û şik û gumanek tune ku serfirazî û serkevtin dê ji bo Fîlîstîniyan bibe.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha diyar kir ku îxracata ne-neftê ya Îranê 40 mîlyar dolar e û îthalat jî 42 mîlyar dolar e û got: Yek ji faktorên ku bû sedema têkçûna Amerîkayê ew bû ku di dema ambargoyê de, Îranê tevgera xwe di hilberînê de domand û sala borî me dît ku li Îranê hilpekek hilberînê heye.
Rûhanî amaje bi danûstandinên Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî li Viyanayê kir û got: "Ez soz didim milet ku dawiya gotûbêjên Viyana serkevtina gelên Îranê ye."