May 19, 2021 12:20 Asia/Tehran
  • Zerîf gihîşt Dublîna, paytexta Îrlandayê

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf di berdewamiya sefera xwe ya Ewropayê gihêşt Dublînê, paytexta Îrlandayê, da ku bi rayedarên vî welatî re gotûbêjê bike.

Li gor Îrna, Zerîf îro li serdana xwe ya sêyemîn li nav Ewropayê çû Dublînê paytexta Îrlandayê.  

Tûra Ewropî ya sefera Zerîf hefteya borî bi çûyîna paytexta Spanya Madrîdê dest pê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê piştî ku bi rayedarên Spanî re hevdîtin pêk anî çû Romayê paytexta Îtalyayê û li wir bi rayedarên Îtalî û Vatîkanê re civiya.

Zerîf berî ku dest bi gera xwe ya Ewropî bike, çû Sûriyê da ku bi rayedarên Sûrî re bicive.

Serepeyv