Zerîf: Li ser domandina bazirganiya Îtalyayê ya bi Îranê re hevfikrî heye
May 19, 2021 12:09 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser twitterê nivîsî ku di axaftina bi serokên siyasî û karsazên Îtalyayê re li ser domandina bazirganiya bi Îranê re hevfikrî heye.
Li gorî IRNAyê, Zarîf di vê twîta xwe de nivîsiye: "Di gotûbêjên digel serkirdên siyasî û karsazên Îtalyayê de, li ser avantaja berfireh a Îtalyayê jibo domandina bazirganiya bi Îranê re lihevkirin û hevfikrî hebû."
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha nivîsiye: Civînên awarte bi Serokê Meclisa Nûneran Roberto Fico; bi Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Vito Petroçelli; bi Wezîrê derve Louis J.D. Mayo; bi Serokwezîrê berê Massimo Dalma û bi serokê Odeya Bazirganî ya Îran û Îtalyayê Zampini re pêk anîne.