May 18, 2021 18:33 Asia/Tehran
  • Heta îro 18ê Gulana 2021ê - Derdora 2 miliyon û 226 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê ragihand ku heta niha 2 miliyon û 258 hezar û 46 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê ragihandin ku di 24 saetên borî da 13930 tûşbûyiyên nû hatine naskirin.

Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyiyên Koronayê ji destpêkê va heta niha li Îranê bûye 2 miliyon û 779 hezar û 415 kesî.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 310 kesan di 24 saetên bihurî da û ragihand:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 77 hezar û 532 kesî kesî."

 

 

Serepeyv