May 17, 2021 13:21 Asia/Tehran
  • Zerîf bi Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê re civiya

Wezîrên Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îran û wezîrê derve yê Îtalyayê ji bo nîqaşkirina mijarên ku ji hevûdu re balkêş in civiyan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars, Wezîrên Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îran Mihemed Cewad Zerîf îro li Romayê bi Luigi Di Maio, wezîrê karên derve û hevkariyên navneteweyî yê Îtalyayê re civiya.

Wezîrên Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îran di serdana xwe ya Îtalyayê de ji bilî şêwirîna li ser berfirehkirina hevkariyên hevpar di warê têkiliyên dualî de, dê di heman demê de bi rayedarên îtalî re li ser hevkariyên li gor berjewendiya hevbeş di asta navneteweyî de jî gotûbêjê bike.

Wezîrên Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îran roja Yekşemê jibo duyemîn serdana xwe ya welatên Ewropayê bona gotûbêja bi rayedarên Vatîkan û îtalî re çû Romayê paytexta Îtalyayê.

Serepeyv