Rûhanî: Filistîn girîngtirîn û zindîtirîn mijara hevpar a umeta îslamî ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja telefonî digel Receb Teyib Erdogan destnîşan kir ku Filistîn girîngtirîn û zindîtirîn mijara hevpar a Umeta Îslamî ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro Yekşemiyê di gotûbêja bi serokomarê Tirkiyê ra got: Sekinîna li dijî cinayetên Rêjîm,a Siyonîst û rawestandina bilez a êrîşên hovane û kuştina gelê bindest û bêberevan ê Filistînê pêwîstiyek e.
Rûhanî her wiha got: Welatên îslamî nemaze Îran û Tirkiye wek du welatên girîng û bibandor li navçeyê divê bi hevkarîyê hemî şiyana heyî ji wan saziyên navneteweyî weke NY û Rêxistina Hevkariya Îslamî jibo sekinîna li hemberî cinayet û destdirêjiyên Rêjîma Siyonîst bi kar bînin.
Serokomarê Tirkiyê jî di nvê gotûbêja telefonî da got: Em van rojan tûşî cinayet û êrîşên zalimane yên Israîlê li Filistîna dagirkirê bûne ku gelekî nîgeranker e.
Erdogan her wiha li sser xurtkirina danûstandinên aborî û ticrî navbera Îran û Tirkiyê wek du welatên dost û cînar teqez kir.