Rûhanî: Bila Rêxistina hevkariya Îslamî roleke çalaktir di mijara Filistînê da bilîze
May 13, 2021 16:31 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser rola çalak a Rêxistina hevkariya Îslamî derbarê alûgorên dawî li Filistînê pêgirî kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di gotûbêja telefonî tev Şêx Temîm bin Hemed bin Xelîfe Alê Sanî mîrê Qeterê, tevî pîrozkirina cejna pîroz a Fitrê li dewlet û gelê vî welatî û tevî pêşwaziya ji helwêstên Qeterê yên şermezarkirina kiryarên dawî yên Rêjîma Siyonîst li Mizgefta Eqsayê û êrîşên giran û cinaayetên vê rêjîmê dijî Xezeyê, got: Pêwîst e ku welatên îslamî jibo berevaniya ji gelê Filistînê û azadiya vî welatî û sekinîan dijî destdirêjî û kiryarên dijminane û nijadperestiya Rêjîma Siyonîst hevkarî bikin.