Navnivîsandina berbijarên Hilbijartina Serokomartiya Îranê dest pê bû
Navnivîsandina berbijarên dora sêzdehem a Hilbijartina Serokomartiya Îranê dest pê bû.
Li gorî rapora Mehr Newsê, Navnivîsandina berbijarên dora sêzdehem a Hilbijartina Serokomartiya Îranê ji sibeha îro Sêşemiyê va li cihê erkantiya hilbijartina Îranê li Têhrana paytext dest pê bû.
Dora sêzdehem a Hilbijartina Serokomartiya Îranê bi awayê fermî û li er fermana Ebdulreza Rehmanî Fezlî wezîrê karên hundir û bi destpêbûna pêvajoya navnivîsandina berbijaran, bi qasî 5 rojan li cihê erkantiya Hilbijartinê dest pê bû.
Navnivîsandina ji berbijarên Hilbijartina Serokomartiya Îranê ji saet 8 heta 18 dê pêk were û her berbijarek jibo navnivîsandinê divê belgeyên pêwîst li gorî pesendnameya nû ya Konseya Çavdêr a Qanûna Bingehîn digel xwe bîne.
Dora sêzdehem a Hilbijartina Serokomartiya Îranê, dê roja 28ê Xordada 1400î were lidarxistin.