Êrîşa ser konsulxana Îranê ya li Kerbelayê, Hewldanek ji bo xirabkirina têkiliyên Îran û Iraqê
Êvara Yekşemê, çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hin ajawegêr û serhildêran êrişî konsulxana Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Kerbelayê ya Iraqê kirine.
Li gorî Fars Newsê çavkaniyên nûçeyan dibêjin hejmarek ji ajawegêr û serhildêran êrişî konsulxana Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Kerbelayê kirin û hewl dan wê bişewitînin, lê agir berdan dîwarê wê yê derveyî.
Di vê navberê de kanala nûçeyan ya Sabirîn a Iraqê ragihand ku hêzên ewlekarîyê yên Iraqê li Kerbelayê li ber serhildêr û ajawegêr rawesta û ew ji hev bela kirin.
Jêderekî ji medyaya Iraqî re ragihand, şeva borî nêzîkî 300 kesî li pêş Konsolxaneyan Îranê li parêzgeha Kerbelayê kom bûn û piştre jî êrîşî ser avahiya konsolxanê kirin û hewl dan agir berdinê.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û televîziyona Îranêê; Piştî ku hin çalakvanên medyayê di pêngaveke şikber de Îran bi kuştina çalakvanê civakî îhab El-Zûnî tawanbar kir, hin kesan şeva borî serê ewil di hundurê etebahê Huseynî de li bajarê Karbala ya Iraqê, diruşmên dijî Îranî qîrîn û paşê li gor pêngaveke ji pêş ve hevahengkirî ber bi konsolosxana Îranê çûn û bi şewitandina lastîkên otomobîlan û kiyoskên polîs hewl dan ku bikevin hundurê konsulxanê. Lê polîs û hêzên li dijî serhildanê rê li ber wan girtin û ew dûrxistin. Piştî vê bûyerê neyarên têkiliyên stratejîk ên Îran û Iraqê di tora civakî de bi dehan girtevîdyo ji vê bûyerê û agirberdana derdora konsolosxana Îranê belav kirin daku bi vê rêkê xelkê parêzgehên din ên Iraqê li dijî Îranê rakin.
Gelek zanyarî ketine dest ku hin welatên erebî yên dorhêla Kendava Farsê ji babeta pere û malî alîkariya ajawegêran dikin daku bikarin bisaya wan têkiliyên stratejîk navbera Îran û Iraqê xirab bikin. Çawa ku berî vê yekê van ajawegêran li Besre û Necefê jî êrişî ser Konsolxanên Îranê kirin.
Di van demên dawî de, hin analîstan li ser hewildanên li pişt perdê yên hin koman ji bo têkdana têkiliyên dostane û stratejîk ên Îran û Iraq, ku xwe ji her tiştî bêtir di şerê dijî koma têrorîst a DAIŞê de diyar kir, hişyarî dane.