Xetîbzade: Vegera Amerîkayê bo nav Rêkeftina Navokî bi xwe ve girêdayî ye
May 08, 2021 13:30 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku vegera Amerîkayê bo nav Rêkeftina Navokî maye ser wê bi xwe û di dewamê de got: Rêkeftina Navokî wê ji nû ve were zindîkirin bi şertê ku Amerîka biryara siyasî ya hewce bide.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîziyona Îranê, Seîd Xetîbzade di tora civakî de nivîsî: Di hevpeyvînekê de bi NBC re, min zelal kir ku vegera Amerîkayê bo Rêkeftina Navokî %100(sedî sed) girêdayî wê bi xwe ye.
Xetîbzade got: Rêkeftina Navokî dikare zîndî bibe, bi şertê ku Amerîka biryara siyasî ya hewce bide û bizane ku gotûbêjên hewce ser Rêkeftina Navokî di Tîrmeha 2015 hatin qetandin, wê dema ku Amerîkayê bi xwe jî ev rêkeftin îmze kir.