Axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê - Îro
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya Roja cîhanî ya Qudsê bi awayê zindî dê bi umeta îslamî ra biaxive.
Axaftina Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi umeta îslamî ra dê ji saet 14:30 îro Îniyê li gorî dema Têhranê bi awayê zindî bi riya kanalên radyo û televîziyonên navxweyî û navneteweyî were weşandin.
Roja Qudsê ssembola yekîtî û yekparçetiya cîhana îslamê, nemaze gelê misilman ê Îranê di mijara Filistînê û piştgiriya ji ramana Qudsa pîroz wek qibleya yekem a cîhanê ye.
Îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê û sînordariyê ji ber vê nexweşiyê û hebûna sînordariyê di lidarxistina kombûnên fîzîkî, kombûna mezin a piştgirên Filistînê di Roja Cîhanî ya Qudsê da dê bi awayê mecazî were lidarxistin.
Înya dawî ya meha pîroz a Remezanê bi dahêneriya Îmam Xumeynî (re) Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Cîhanî ya Qudsê hatiye binavkirin.