"Roja Cîhanî ya Qudsê" sembola îdeal û doza miletê Filistînî ye
Serokê Civata Diyarkirina Berjiwendiyên Nizama Îranê "Roja Cîhanî ya Qudsê" sembola îdeal û doza neteweya Filistîn bi nav kir.
Li gor IRIB Newsê, Serokê Civata Diyarkirina Berjiwendiyên Nizama Îranê Sadiq Larîcanî "Roja Cîhanî ya Qudsê" wek sembola îdeal û doza neteweya Filistîn bi nav kir û got: Doza Qudsa Şerîf û vîna neteweyên Misilmanan ji bo rizgarkirina Filistînê ji bin destê zalimên dagirker, qet nayê rawestandin.
"Amolî Larîcanî" herwiha got: Roja Qudsê sembola mezlûmbûn û sembola îdeal û dozên gelê Filistînê ye; Gelê ku ji ber zilma dagirkeran ji axa xwe hatine koçber kirin.
Serokê Civata Diyarkirina Berjiwendiyên Nizama Îranê tekez kir ku "li pişta vê zulm û zordariya li dijî gelê Filistînê hemî cîhana kufrê heye" û got: Rizgariya Qudsê ji bin lepên dagîrker û zaliman dê bi kerem û rehmeta Xwedê teala û vîna hemî miletên îslamî pêk were.
Îna dawîn a meha Remezana pîroz bi pêşengiya Îmam Xumeynî (RLB), damezrênerê Komara Îslamî ya Îranê, wek roja Qudsê hat binavkirin.
Di Remezana Îslal de Sibê Înê Roja Qudsê ye û gelên Îran û cîhanê sibê bi berçavgirtna telîmatên tendirustiyê ji ber pandemya Koronayê, di vê rojê de merasimên taybet li dar têxin.